Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Berxwedana li Strasbourgê

 Ez jî roja şemiyê li gel girseya Kurdistaniyên ji bajarê Almanya Stuttgartê ku çubûn ziyareta çalekvanan çûbûm Strasburgê. Dema ku merov li çalakî û çalekvanên Strasburgê ketine çalekiya rojiya birçîbûnê ya bêdem dinihêre, bi rastî jî fikîr û ramanên mirovane û civakî têne guhertin. Ev çalekiya watedar û birûmet bi rojane bi awayekî bêdem û bêdorveger ji aliyê 15 kesan ve tê meşandin. Li gor baweriya min, merov ji jiyan û mirovahiyê hêz neke, evîndarê rûmeta netewî nebe nikarê canê xwe di riya dozekê de bide. 
Bi baweriya min, evîndariya bi gel, welat û dozê re, şopandina xeta Rêber Apo û şehîdan, wek biryara lehengên tekoşîna azadiya gelê Kurd ku di dîroka tekoşînê deberxwedana wan bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin, wekî Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akif Yilmaz û Elî Çîçek, îro ev lehengên çalekiya bêdem anîne wê asta herî bilind. 
Belê mirovahî û civak îro di asrê 21’emîn de ye, lê meyze kin hê çalekiyên bi vî rengî têne li darxistin. Bajarê Strasburgê wekî tê zanîn, xwedî cihek girîng û watedar e. Bajarekî dewleta Frensayayê ya qaşo navenda demokrasî û mafê mirova ye. Gelek saziyên girîng ên di mijara mafê mirovan de li vî bajarî ne. Roja 21’ê ye li navenda bajarê Strasburgê 15 can , 15 leheng bêdem û bêdorveger û her wiha bi wan re jî, car caran 25, carnan 30,  carna jî bi sedan bi awayekî dorveger hevalbend û dilsozên din jî di nava çalekiya bi rûmet û giranbûha de ne. 
Çalekiya mijara gotinê, li navenda bajarê Ewropayê wek dilê demokrasiyê û mafê mirovahiyê tê bi nav kirin, ji bilî çalekvanan rojanê ji aliyê hezaran Kurdistanî û dostên wan ve bi awayek girseyî , li ber çavên dewletên Ewropî û cîhanê tê berdewam kirin. 15 can 15 leheng roj bi roj, dilop dilop li ber çavên Ewropa û cîhanê dihêlin. Hêlandina bi vî rengî ji bo berxwedêran elbet rûmeta herî mezin e. Lê divê nevê ji bîrkirin ku ji bo sedsala ku em têde dijîn jî şerma herî mezin a tevahiya mirovahiyê ye. 
Mixabin hetanî roja îro li hemberî berxwedana çalekvanên çalekiya rojiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, dewletên Ewropî û saziyên wan cavên xwe girtine û tû deng ji wan dernayê. Dirûtiya dewletên Ewropî û her wiha cîhanê hîn bi awayekî eşkere berdewam e. Ji bo ku berjewendiyên xwe yên aborî û siyaseta xwe ya qirêj bi dewleta nijadperest a Tirk re ku bidomînin, xwe li hemberî hewldanên gelê Kurd li koriyê datînin. 
Dema em çûbûn ziyareta çalekvanan, hate diyarkirin ku di rojên pêşde wê bi waliyê Strasburgê re hevdîtinek werê pêkanîn. Walî diyarkiribû ku haya wan ji çalekiya çalekvanan heye û ew wana ji nêzde di şopînin. Wisa tê xuyakirin ku Walîtî jî mina gelek derdoran li bendê ye ku rewşa çalakvanan hetanî giran nebeê ewê eleqeder nebe. Xuya ye ku Waliyê Strasburgê hina gelê Kurd baş nasnekiri ye. Ew nizanê ku gelê Kurd ji bo Rêberê xwe çiqasî bi biryar e. Ma Ewropiyan çi zû pêwajoya Roma yê ji bîra kirin. Qey ne ew gel bû ku ji bo Rêbertiya xwe bi sedan agir bi bedena xwe xistin. 
Dîsa ma ne ev gel bû ku sala 2007’an de li heman bajarî çalekiya bi heman rengî li darxistin. Min bi çavê xwe dît, bîr û baweriya 15 lehengên di nava çalekiyê de. Moralê wan ê xurt, coşa wan û dilsoziya wan. Heval di roja 18’an de bûn, lê merov dikarê eşkere bibêje qey, hîn di roja yekemîn de ew biken û bi coşa xwe moral didine derdorê. Bila tevayê cîhanê bawer bike ku 15 lehengên ku roj bi roj di hêlin ji mirinê natirsin. Ew jî wekî gelek leheng û pêşengên nemir ku navê xwe di dîroka tekoşîna gelê Kurd de, bi xetên zêrîn nivîsandine, wê bi baweriya xwe ya xurt û çalekiya xwe ya watedar, careke din nîşan bidin ku tû plan û lîstikên hêzên xêrnexwaz û navnetewî nekaribin gelê Kurd ji Rêberê wî û tekoşîna wî dûr bixe. 
Belê lehengên wî gelî canê xwe danîne holê û bi mirinê re rû bi rû ne. Helwesta Ewropiyan jî me got, helwestek bêdeng e hetanî roja îro li hemberî çaleki yê. Ez bawerim li hemberî vê helwestê, dê gelê Kurd jî bê helwest û hewldan nemîne. 
Gelî Kurdên bi rûmet, me rewşa hevalên çalekvan bi kinasî jî bê anî ziman. Wek Kurdekî bang li Kurdên li Ewropayê dijîn bikim. Gelê Kurd ê bi rûmet, pêwîste û her wiha girînge em li çalekvanên xwe yê li Strasburgê ku roj bi roj li ber çavê me û hemû cîhanê dihêlin û li çalekiya wan xwedî derkevin. Xwedî derketina xwe jî divê em bi pêkanina hemû erkên û berpirsiyariyên di pêvajoya îro de dikevê li ser milên me bi cîh bînin nîşan bidin.  

ABDURRAHMAN KARATAŞ