Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Evînî qedexe ye li vî warî

Evînî jî wek xwarin , wek girîn, wek kenîn tiştek normal e. Mirov bi hestên xwe mirov e. Gava hest tune be jîyan bê wate ye. Evîn xemleke taybetî ye di jîyana mirov de û gelek jî girînge. Evînî giranbihatî ye ji bo delalan, rêzdarî ye. Ku bi zagonên sinç û camêrî bê meşandin, sînor bê zanîn. Mirov bi evînê tê gehîştin. Ne şerme û ne jî kêmasî ye evîn.

Hemî stranên bijarte, awazên xweşik û biwatê ji buy evînêne an jî evîn bû ye sedema hebûna wan. Bingeha stranên xweşik û tovê helbestên dil şewat evîn e. Lê ev heye civatê sînor û diwar kişandîye ber hestan, ji wî ye hinek rasterast ne dîyarin. Bêrî mayîn û bêrî kişandin gelek caran veşartî hatî ye zimên. An jî navê evîndarê bûye tiştek din . Wek “welat” , wek “ çîya” , wek “ xerîbî “ hatî ye guherandin. Ji ber ku civat rexne neke, an pêşber dernekeve !

Nezanî û fêmkorî yê mala gelek evîndarên delal xerab kir. Çavnebarî û fesadî ya li ser civatê bandor dike bu sedema têk çûyîna delalîyan. Li peyê xwe rondikên cava û lorîkên dil şewat hîştin. Yanê delalîk mirin lê evîna wan bû sedema fêm kirin û fêr kirina hez kirinê bi jîyanekî nû. Wek Mem û Zîn, wek Sîyabend û Xecê, wek Heso û Nazê û hwd... Mirov dikare vîya bêje , dîroka evînê li ser rondikan û xwînê hatî ye ava kirin. Lê belê êdî kêr nake, bê fêde ye peyvên paşê bi poşmamî hatine gotin. Evîndarên bêguneh di nav jan û bêhêvî yê de çûne ser dilovanîya xwe mixabin.

Nêrinek bi wate, ramûsanek bêguneh zêde dîtiye civaka feodal û nezan. Ev bûye sedema kuştina delalîkan an ceza kirina wan. Jîyan li wan hatîye tarî kirin bêguman. Kevneperestî bû ye rêşopa civakê. Bi çavên pak û ronahî nedîtine evînên normal. Delalîyan an di axûrên ajalan de hev dîtine an jî di quncikên tarî de. Qedexe kirina civatê wek varyozek her tim li ser serê wanbû ye. Hevdîtinên qedexe di nav tirsê de û bi rewşekî neçê de pêk hatine. Lewma xwekujî û xwe daliqandin li ser vê xakê kêm nebû ye hîn jî dom dike !

Nexweşbînî û nezanî ya civakê ji bo xort û keçan jîyan kirî ye zîndan bêguman. Ji ber wî ye koçber bûne welatê xwe, bajarên xwe terikandine. Gelek cara jî di nav malbatan de bûye sedema xwîndarî yê mixabin. Dikarin ji bo “Gulê”yek heftê kesan bi kujin, lê nikarin “ Gulê “ ye kî an “ Heso “ye kî bextîyar bikin ! Ev nakokî û xeterekî mezine di nav cîvaka nezan û bêbîr de.

Belê gelek tiştên nûjen ketine jîyana me, lê me hîna jî mejû yê xwe tevgera xwe ne guherandî ye. Li ser rêçeke kevneparez meş nabe çareserî ya pirsgrêkên kesane, malbatî û civakî. Heta ev dom bike wê gelek delal bin erd bibin xwe bi avêjin hemêza axa sar. Wê gelek stran, helbest û destîtanên dirêj bên gotin li ser evînên qedexe !.. 02.02.010

Tevger ÇEKDAR

çavkanî: e-weje.com