Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Cejna Zimanê Kurdî ye

Cejna Zimanê Kurdî ku hefteyekê berdewam dike îsal dê li gelek bajar û navçeyan bi coşek mezin bê pîrozkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyên dê hefteyekê berdewam bikin de dê çalakiyên cur bi cur bên li dar xistin. Di pîrozbahiyan de girîngiya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dê bê destnîşan kirin. Her wiha dê fermîbûna zimanê kurdî jî wekî rojevek sereke bê bilêvkirin.

Bi boneya ‘Kovara Hawarê’ ku di warê pêşvebirina zimanê kurdî de xwedî rolek girîng e di sala 1932’an de ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve hatiye derxistin û 15-22’yê gulanê ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kurdîstan (KNK) ji sala 2006’an heta niha wekî Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlan kirin. Cejna Ziman di salên dawî de zêdetir tê pîroz kirin, dê îsal jî bi coşek mezin bê pêşwazîkirin.

Xebatên di warê zimanê kurdî de berdewam dikin. Ji bo Cejna Zimanê Kurdî ya îsal hefteyekê tê pîrozkirin, dê çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. Di çarçoveya pîrozbahiyan de di navbera 15-22’yê gulanê de li Amed, Êlih, Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Agirî, Îdir, Qers, Bedlîs, Semsûr, Riha, Enqere, Îzmîr, Stenbol, Farqîn, Erxen, Pîran, Karaz, Hênê, Hezro, Çinar, Qoser, Şemzînan, Gever, Çelê, Elbak, Gîhadîn, Dîgor, Kaxizman, Miks, Norşîn, Tetwan, Bazîd, Patnos, Qerqelî, Erdîş, Bêgirî, Milazgir, Serêkaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Silopî û Nisêbînê daxuyaniyên çapemeniyê yên bi tevlîbûna girseyên gel bên dayîn. Li gelek deveran wê ji bo şiyariya ziman belavok bên belavkirin.

Şaxa KURDÎ DER’ê ya Wanê ku sibê dê bi daxuyaniyek çapameniyê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz bike, banga tevlêbûna çalakiyê li gel kir. Şaxa KURDÎ DER’ê ya Wanê, têkildarî daxuyaniya çapemeniyê ya dê sibê bi munasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bide, li avahiya komeleyê cîvîna çapameniyê lidar xist. Serokê Şaxa KURDÎ DER’ê ya Wanê Levent Urun, diyar kir ku di jiyana hemû gelan de roj û cejnên taybet hene. Urun, da zanîn ku ji bo gelê kurd jî jî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rojek girînge û bi lêv kir ku wekî cejneke neteweyî ji aliyê gelê kurd ve tê pîrozkirin. Urun, destnîşan kir wekî TZPKurdî û KURDÎ DER’ê her sal di navbera 15-22’yê gulanê de bi çalakiyên cur bi cur vê cejnê ziman pîroz bikin û wiha got: “Armanca me ya pîrozkirina Cejna Ziman ew ê ku bala gelê kurd bikîşinin ser zimanê kurdî. Wek tê zanîn zêdetirî 80 salaye li hemberî zimanê kurdî asîmîlasyonek tê meşandin.” Urun, destnîşan kir ku wê di çalakiyan de daxwazên xwe yên têkildarî ziman vebêjin. Urun, ji bo beşdariya daxuyaniya çapemeniyê ya dê sibê bi awayekî girseyî li Kolana Hunerê bê dayîn bang li hemû kesan kir û wiha got: “Em bang li hemû welatparêz, rewşenbîr, hunermend û gelê Wanê dikin ku sibê beşdarî daxuyaniya me çapemeniyê bibin. Em dê sibê bi piştgiriya hemû saziyên kurdan ên li Wanê, bi daxuyaniyek girseyî dest bi pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN